Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê rênimayên tenduristî û hişyarîyê yên taybet ji bo demsala hecê weşand, bi armanca parastina ewlehî û tenduristîya hecîyan û hêsankirina bicîhanîna menasikan bi awayekî ewle. Wezaretê bang li hecîyan kir ku li paqijîya kesane miqate bin, maskeyan li cihên qerebalix bi kar bînin, destên xwe berdewam bişon, û di dema serjêkirina qurbanîyan de xwe ji ajalan dûr bixin, ta ku rê li veguhastina nexweşîyan were girtin.
Her wiha wezaretê tekezî li ser pabendîya bi rênimayên ewlehîya xwarinê kir, bi rêya dûrketina ji xwarinên nenixumandî, kontrolkirina dîroka derbasbûnê ya xwarinê, û şuştina baş a sebze û fêkîyan, ligel vexwarina gelek av, bikaranîna sîwanên rokê û dûrketina ji tîrêjên rokê ên rasterast, her wiha stendina bêhnvedaneke baş di dema pêkanîna menasikan û tevgera di nav cihên pîroz de.
Wezaretê girîngî da ku yên temenmezin serdana bijîjkan bikin û derzîyên pêwîst wergirin. Her wiha karteke tenduristîyê li xwe bikin ku agahîyên bingehîn tê de hebin, û amadekirina çantayeke tenduristîyê ji bo nexweşên nexweșîyên dirêj û şekir, û nîşan kir ku pabendîya bi van rênimayan dibe sedema temamkirina menasikên hecê bi hêsanî û ewlehî.