Heseke-SANA
Rêveberê Tenduristîyê li parêzgeha Hesekê Xalid El-Xalid piştrast kir ku vaksîn û serûmên li dijî nexweşîya harbûnê vêga li navendên tenduristîyê yên Hesekê û Serê Kanîyê berdest in.
El-Xalid dîyar kir ku bajarê Qamişlo jî dê di demeke nêz de bi hemû pêdivîyên dermanî were dabînkirin, lê belê li devera Şedadê heta ku mekanîzmaya sepandina protokola dermankirinê û şandina raporên mehane ji bo rêveberîyê neyên rêkxistin, derman nayên şandin.
El-Xalid di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê tekezî li ser kalîteya serûmên ku li nexweşxane û navendên tenduristîyê hene kir.
Her wiha destnîşan kir ku dermankirina rewşên gezkirinê li gorî nirxandina bijîşkî ya her rewşê û li ser bingeha protokola dermankirinê ya pejirandî pêk tê; bi vî awayî tê dîyarkirin ka pêwîstîya kesê nexweş bi vaksînê yan bi serûmê heye.
Ji alîyekî din ve, El-Xalid bal kişand ser zêdebûna hejmara kûçikên beredayî li navendên bajaran ku ev yek girêdayî xwezaya erdnîgarî, berfirehîya parêzgehê û belavbûna gundan e.
Navborî her wiha anî ziman ku rola rêveberîya tenduristîyê tenê pêşkêşkirina dermankirinê ye ji bo kesên ku rastî gezkirinê tên, lê pêdivîya çareserkirina dîyardeya kûçikên beredayî bi hevahengî û hewldanên hevbeş ên yekîneyên kargerî, rêveberîya çandinîyê û alîyên peywendîdar heye.