Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: 14 Hejmar Çîroka Geşbûna Werza Genim a Sûrîyê ya Sala 2026an Vedibêjin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Aborî > 14 Hejmar Çîroka Geşbûna Werza Genim a Sûrîyê ya Sala 2026an Vedibêjin

14 Hejmar Çîroka Geşbûna Werza Genim a Sûrîyê ya Sala 2026an Vedibêjin

Hat weşandin: 2026/08/08 2:58 PM
Hat nûkirin: 2026/08/08 2:58 PM

Şam-SANA

Werza genim a sala 2026an li Sûrîyê, kurteya vejîneke çandinîyê ya berbiçav e ku 14 nîşanderên jimareyî yên sereke wê radigihînin.

Tevî ku hinek ji van daneyên bingehîn – wekî qebareya hilberîna giştî û rûberên çandî – di zanyarîyên sazîyên peywendîdar de fena qonaxên girîng tên dubarekirin, lê bi giştî tabloyeke temam ji bo rastîya vê berhema stratejîk a yekem li welat xêz dikin.

1.4 milyon hektar û 3 milyon ton

Wezareta Çandinîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku rûberê çandî yê berhema genim di werza 2026an de gihîştiye nêzî 1.4 mîlyon hektarî.

Tê pêşbînîkirin ku hilberîn 3 milyon tonî derbas bike; ev yek wekî encama başbûna mercên avhewayê û vegera rûberên berfireh ên li bakurrojhilatê welat bo pêvajoya hilberînê tê nirxandin.

Heseke, Reqa û Heleb di hilberîna genim de li pêş in

Daneyên Wezareta Çandinîyê piştrast dikin ku parêzgehên rojhilat di nexşeya hilberîna genim de îsal jî di rêzên pêşîn de ne.

Parêzgeha Hesekê %37ê hilberîna giştî pêk tîne, piştre parêzgehên Reqa û Helebê her yek bi rêjeya %18 û Dêrezor bi rêjeya %11 tên.

Berawirda navbera 2025 û 2026an: Hilkişîna hilberînê

Berawirdkirina daneyên Wezareta Çandinîyê yên werza îsal û ya borî, asta bilindbûna hilberînê nîşan dide.

Hilberîna giştî di werza 2025an de tenê nêzî 934 hezar û 183 ton bû; wê demê herêmên bejî rûbirûyî pêleke hişkesalî û bêbaranîyê bûbûn, ku bûbû sedema rawestandina temamî ya hilberînê li wan herêman.

2.7 milyon ton hatine wergirtin û bazarsazî berdewam dike

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Sazîya Dexlûdanê ya Sûrîyê Ehmed Qadûn di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê got: “Pêvajoya wergirtina genim ji cotkaran berdewam e”.

Qadûn dîyar kir ku ji bo wergirtina genim, demeke dîyarkirî ya navendên wergirtinê tune ye û berdewamîya karê wan bi hatina berhemê ji zevîyan ve girêdayî ye.

Berfirehkirina depokirinê.. Wergirtina berhemê û parastina kalîteyê

Hevdem ligel berdewamîya wergirtinê, Sazîya Dexlûdanê ya Sûrîyê planeke tekûz ji bo depokirina berhemê û misogerkirina kalîteya wê bi rêve dibe.

Genim ji sayloyan re tê şandin û li wir bi berdewamî tê dermankirin û kontrolkirin.

Bazarsazîya elektronîk û “Sham Cash”

Di werza 2026an de, ji bo rêkxistina azarsazîyê mekanîzmaya qeydkirin û rezervasyona elektronîkî ya pêşwext hat sepandin.

Her wiha di çarçoveya pêşxistina karên îdarî û kêmkirina qelebalixîyê de, pergala otomasyona fatûreyan û xizmeta “Sham Cash”ê hatin xebitandin.

Platforma elektronîk gaveke erênî ye, lê!

Pisporê Geşepêdanê Ekrem El-Efîf di daxuyanîyekê de bo SANAyê dîyar kir ku platforma elektronîk ji bo rêkxistina bazarsazîyê gaveke erênî ye, lê hîn pêdivîya wê bi pêşxistinê heye da ku bêtir li gorî xwezaya karê çandinîyê be.

Daxwazên cotkaran

Wezareta Çandinîyê destnîşan kir ku daxwazên sereke yên cotkaran li ser kêmkirina lêçûnên hilberînê ne; nexasim bihayên tov, zibil û sotemenîyê.

Her wiha cotkar daxwaza dîyarkirina bihayekî hilberînê dikin ku lêçûnan dabîn bike û qezenceke guncav bide wan da ku bo çandina genim werin handan.

Yasayên nû ji bo xurtkirina ewlehîya xurekê

Di çarçoveya amadekarîyên werza bê de, Wezareta Çandinîyê dîyar kir ku ew li ser nûkirina yasa û sîstemên sektora çandinîyê dixebite.

Armanc hêsankirina hawirdekirina pêdivîyên hilberînê û afirandina pêşbazîyê di navbera şirketan de ye da ku kelûpel bi bihayê kêmtir û kalîteya bilindtir bigihîjin cotkaran, ku ev yek dê bibe sedema berfirehkirina rûberên çandî.

Ji ber Rêgirtina HSDê li Pêşîya Derketina Wan di Korîdora Mirovî re, Şênîyên Dêr Hafirê Rêyên Metirsîdar Bi kar Tînin
Grama Zêrê Eyar 21 li Bazara Sûrîyê 50 Lîreyî Dadikeve
Li ser Daxwaza Cotkarên Girê Spî.. Wezîr Bedir Amadebûna Xwe ji bo Pêşkêşkirina Hêsankarîyan Tekez Dike
Li Embareke Çekan a HSDê li Gundewarê Hesekê Teqîneke Tund Çêbû
Mihemed Omer: Zêdetirî %80ê Xebatkarên Dezgeha Çavdêrîyê ji Zêdekirina Kalîteyî Sûd Werdigirin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:DêrezorHelebHesekeReqaWerza Genim li Sûrîyê 2026Wezareta Çandinîyê ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026
Wêne ji ​Arşîvê ye

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?