Reqa-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Mus`eb El-Elî bi karmendên tenduristîyê yên li Reqayê re rewşa sektorê nirxand û piştrast kir ku zêdetirî 10 mîlyon dolar ji bo pêşxistin û nûjenkirina Nexweşxaneya Niştimanî di vê mehê de hatiye veqetandin.
Plana wezaretê ew e: Nûjenkirina nexweşxaneyên Tebqa, Girê Spî û Me`dan, pêşxistina lênihêrîna seretayî, ambûlans, banka xwînê û vekirina beşa dermankirina bi kîmawî ye.
Ev proje bi hevkarîya Sandûqa Serwer û şîrketa “Inter Health Canada” têne cîbicîkirin. Nexweşxaneya Girêkan li Dêrezorê dê xizmeta nêzîkî 6 mîlyon kesên herêmê bike. Her weha avahîyek ji bo nexweşxaneya zarokan hate amadekirin ligel pêşxistina beşa xwarinê.
Rêveberê Tenduristîyê yê Reqayê ragihand ku ji bo xurtkirina xizmetên tenduristîyê yên ku ji bo welatîyan tên pêşkêşkirin, beşa şûştina gurçikan ya heyî tê nûjenkirin û du navendên nû li Bûhemd û Xes Ecîl bi 11 amûran dê di nava du mehan de bêne vekirin.






