Enqere-SANA
Berdevkê Partîya Edalet û Geşepêdanê ya Tirkîyê (AKP) Omer Çelik, tekez kir ku tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk bo nav sazîyên dewletê, yekîtîya Sûrîyê xurt dike.
Ajansa “Anadolu”yê, îro Çarşemê ji zarê Çelik veguhest: Hilweşîna “HSD”ê “qonaxeke girîng e di warê xurtkirina yekîtîya hundirîn a Sûrîyê de”.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku gavên dewleta Sûrîyê bi serokatîya Ehmed El-Şeri’ avêtine, beşdarî di pêkanîna pêşketineke girîng de kirine, û Sûrîye ji “tarîtîya demên berê” rizgar kirine û ew ber bi paşerojeke seqamgîrtir ve birine.
Çelik tekez kir ku Tirkîyê her dem piştgirî daye parastina serwerî û yekêtîya axa Sûrîyê, û ew ê berdewam be bo piştevanîya her gavekê ji bo aramîya wê were avêtin.