Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​Hevdîtinên El-Şeri’ yên ligel Trump, Macron û Erdogan Çawa Pêgeha Navneteweyî ya Sûrîyê Çespand?
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > ​Hevdîtinên El-Şeri’ yên ligel Trump, Macron û Erdogan Çawa Pêgeha Navneteweyî ya Sûrîyê Çespand?

​Hevdîtinên El-Şeri’ yên ligel Trump, Macron û Erdogan Çawa Pêgeha Navneteweyî ya Sûrîyê Çespand?

Hat weşandin: 2026/07/09 11:10 PM
Hat nûkirin: 2026/07/09 11:10 PM

​Şam-SANA

​Hevdîtinên Serok Ehmed El-Şeri’ yên ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, yê Fransî Emmanuel Macron û yê Tirkî Recep Tayyip Erdogan bûn sedema destkeftên girîng, ku rengvedana amadebûna Sûrîyê ya her ku diçe zêde dibe li qada navneteweyî nîşan didin.

​Ev rapor encamên herî berbiçav ên van hevdîtinan dinirxîne, yên ku derfetên hevkarîyê ligel Waşington, Parîs û Enqereyê xurt dikin, bi nêrîna li girîngîya navneteweyî ya her sê welatan; ji ber ku Dewletên Yekbûyî û Fransa du endamên daîmî yên Encumena Ewlekarîyê ne û du hêzên aborî ne di nav Koma Heft (G7) û Rêxistina Bazirganîya Cîhanî de, di heman demê de Tirkîye duyemîn mezintirîn hêza leşkerî ye di Rêxistina Peyaman Bakurê Atlantîkê “NATO” de û yek ji aborîyên ku her ku diçe geş dibe ye.

Rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya dewletên piştevanên terorê

Ragihandina Serokê Amerîkayê ya derbarê destpêkirina rêkarên qanûnî ji bo rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya dewletên piştevanên terorê, encama herî berbiçav a liv û tevgera dîplomatîk pêk anî.

Rûpeleke nû di têkilîyên Sûrî-Amerîkî de

Hevdîtinên Sûrî-Amerîkî veguhestina têkilîyên dualî bo qonaxeke nû nîşan dan, ku tê de her du serokan El-Şeri’ û Trump geşepêdana hevkarîyê, û girîngîya berdewamîya hevahengîyê bi awayekî ku piştgîrîya serwerîya Sûrîyê û parastina axa wê bike, û ewlehî û aramîya li herêmê xurt bike, gotûbêj kirin.

​Her wiha Serok El-Şeri’ ligel Nûnerê Serokatîyê yê Amerîkayê bo Sûrîye û Iraqê Thomas Barrack, bi amadebûna şandeyekê ji endamên Kongreya Amerîkayê, civîya. Di gotûbêjan de qala piştgirîya hewldanên jinûveavakirinê, temamkirina rakirina astengîyên qanûnî yên mayî, û berfirehkirina hevkarîya aborî û veberhênanê hat kirin.

Fransa.. Pevguhertina balyozan

Serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron a bo Şamê Sêşema borî, qonaxeke girîng di rêça têkilîyên navbera her du welatan de pêk anî, ji ber ku ev yekem serdana serokekî Ewropî bû bo Sûrîyê piştî rizgarbûnê, û yekem serdana serokekî Fransî bû ji 17 salan ve. Her wiha bû sedema ragihandina lihevkirina li ser pevguhertina balyozan, wek pêngaveke ku rê li ber xurtkirina hevkarîya navbera Şam û Parîsê vedike.

Veberhênanên Fransî di warên jînwerî de

Hevdîtinên Sûrî-Fransî şahidîya îmzekirina peyman û memorandumên lihevkirinê di warên aborî, veberhênan, tenduristî û geşepêdanê de kirin, ku ev yek asoyên nû li pêşîya beşdarbûna kompanyên Fransî di projeyên başbûn û jinûveavakirinê de vedike, hevdem ligel wê yekê ku bidawîbûna cezayên Amerîkayê jîngeheke balkêştir ji bo veberhênan û pevguhertina bazirganî peyda dike.

Çespandina piştgirîya Tirkîyê ji nava lûtkeya NATOyê

Hevdîtina Serok El-Şeri’ ya ligel Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan duh Çarşemê li baregeha lidarxistina 36emîn Lûtkeya “NATO”yê, qonaxeke din a girîng di rêça dîplomatîk a Sûrîyê de pêk anî, ku tê de Serok Erdogan berdewamîya piştgirîya welatê xwe ji bo Sûrîyê û sazîyên wê nû kir, û her du alîyan mekanîzmayên berfirehkirina hevkarî û hevahengîya di mijarên herêmî de gotûbêj kirin bi awayekî ku ewlehî û aramîyê xurt bike û piştgirîya hewldanên başbûnê bike, di demekê de ku lidarxistina vê civînê li baregeha lûtkeyê amadebûneke sîyasî ya berbiçav da Sûrîyê di nav yek ji qadên herî girîng ên navneteweyî de.

Lihevkirineke navneteweyî li ser piştgirîkirina serwerî û yekparçeyîya Sûrîyê

Hevdîtinan lihevkirineke zelal di navbera hevparên navneteweyî de li ser piştgirîkirina serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê nîşan da, ji ber ku Dewletên Yekbûyî, Fransa û Tirkîyê girîngîya parastina yekbûna welat û piştgirîkirina sazîyên dewletê tekez kirin, ku ev yek berfirehbûna lihevkirina navneteweyî ber bi aramîya Sûrîyê ve di dema bê de xurt dike.

Vebûneke dîplomatîk a Sûrî ya bêmînak

Bo cara yekem di nava dehsalan de, Sûrîyê piştgirîyeke navneteweyî ya zelal bi dest xistiye wek encama liv û tevgerên xwe yên dîplomatîk ên berdewam ji dema rizgarbûnê ve ji bo berfirehkirina tora têkilîyan ligel hevparên navneteweyî yên cuda cuda, li ser bingeha prensîbên rêzgirtina dualî û pêkanîna berjewendîyên hevbeş, dûrî alîgirî û hevbendîyan.

Xurtkirina derfetên vejandin û jinûveavakirinê

Encamên hevdîtinên dawî asoyên berfireh vedikin ji bo xurtkirina derfetên vejandina aborî û jinûveavakirinê, bi rêya temamkirina bidawîkirina dosyaya cezayên Amerîkayê, berfirehkirina vebûna ligel Fransayê, çespandina hevkarîya ligel Tirkîyê, û kişandina veberhênanan.

Mersûma Serokatîyê Xuleke Awarte Dide Xwendekarên Siwêydayê
Dîplomasîya Sûrîyê di Demeke Kurt de Wê Vedigerîne Dilê Qada Herêmî û Navdewletî
Serok El-Şeri’ Cejna Qurbanê ya Pîroz li Gelê Sûrîyê û hecîyên Mala Xwedê Pîroz Dike
Mersûma Destnîşankirina Dr. Ebdilrezaq El-Hisên Wekî Serokê Zanîngeha Zanistên Ewlehîyê Derket
Sûrîye Beşdarî  Konferansa  Hevkarîya Îslamî ya li Îslamabadê Dibe
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Dewletên Yekbûyî​Ehmed El-Şeri'ErdoganFransaMacronNûçeyên SûrîyêSerokê SûrîyêSûrîyeTirkîyeTrump
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026
Wêne ji ​Arşîvê ye

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?