Tertûs-SANA
Rêveberîya Tenduristîyê ya Tertûsê bersiv da agahdarîyekê derbarê tomarkirina tûşbûnên bi kulbûna kezebê ya vîrusî (A) li hinek deverên gundewarê parêzgehê.
Wezareta Tenduristîyê li ser kanala xwe ya Telegramê îro Çarşemê eşkere kir ku Rêveberîya Tenduristîyê ya Tertûsê bi hevahengîya ligel Sazîya Avê, tîma lêkolîna epîdemîolojîk şandiye ji bo pêkanîna vekolîna meydanî, û derket holê ku li her du gundên Beyt Ebû Xelîl û El-Mehwete hindek rewş hene.
Wezaretê destnîşan kir ku tîma tenduristîyê serdana tûşbûyan kir û rênimayên derbarê rêyên veguhastina nexweşîyê û rêbazên xweparastinê pêşkêş kirin, ligel tekezkirina li ser girîngîya paqijîya kesane.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku ji bo encamdana analîzên pêwîst, nimûne ji jêderên ava vexwarinê hatine girtin, û navenda tenduristîyê ji bo şopandin û naskirina tûşbûnên nû hat wezîfedarkirin.
Rêveberîyê tekez kir ku şopandina rojane û xurtkirina kempîneyên hişmendîyê ji bo sînordarkirina belavbûna nexweşîyê û parastina tenduristîya giştî berdewam in.