Şam – SANA
Wezareta Tenduristîyê, bi hevkarîya Yekîtîya Ewropayê û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî û rêxistina “UPP” ya Îtalî, du proje li kompleksa “Ibn El-Nefîs” li Şamê dan destpêkirin. Armanca van projeyan xurtkirina xizmetguzarîyên çavdêrîya seretayî, birêvebirina tenduristîyê û bersivdayîna qeyranan li Sûrîyê ye.
Projeya yekem, nûjenkirin û amadekirina 22 navendên tenduristîyê li herêmên El-Sifîrê û Til El-Deman ên li gundewarê Helebê yê başûr li xwe digire. Mesrefa wê ya texmînî digihîje 7 mîlyon euroyan.
Projeya duyem armanc dike ku stratejîyên serokatî û birêvebirinê di çavdêrîya seretayî de çalak bike, û modela “tenduristîya malbatê” bide destpêkirin. Nirxa vê projeyê nêzî mîlyonek euro ye.





