Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê nûkirina girêbestên hemû bijîşkên niştecih li nexweşxaneyên ser bi wê ve li hemû parêzgehan, bêyî tu cudahîyan ragihand.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Şemîyê zelal kir ku derengketina dana mûçeyên hin rêveberîyan, vedigere bo rêkarên îdarî û darayî yên rûtînî yên girêdayî proseya nûkirina peymanên salane.
Wezaretê her wisa tekez kir ku proseyên dayîna mûçeyan di wan rêveberîyên ku dosyeyên xwe yên îdarî temam kirine de bi rastî dest pê kirine. Derbarê rêveberîyên mayî de jî, tê pêşbînîkirin ku di destpêka hefteya bê de, her ku amadekirina dosyeyên hatine şandin bi dawî bibe, mûçeyên wan werin dayîn.