Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Hevkarîyek di navbera Wezareta Tenduristîyê û Şirketa “Kolalac” a Tirkî de
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Tendrustî > Hevkarîyek di navbera Wezareta Tenduristîyê û Şirketa “Kolalac” a Tirkî de

Hevkarîyek di navbera Wezareta Tenduristîyê û Şirketa “Kolalac” a Tirkî de

Hat weşandin: 2026/06/26 2:12 PM
Hat nûkirin: 2026/06/26 2:13 PM

Şam-SANA

Wezareta Tenduristîyê û şirketa “Kolalac” a Tirkî duh Pêncşemê, peymanek îmze kirin da ku hewcedarîyên xwarinê yên taybet ji bo zarokên bi nexweşîya metabolîzmayê (PKU) peyda bikin. Ev peyman di çarçoveya hewldanên piştgirîkirina nexweşan û xurtkirina bernameyên vedîtin û destnîşankirina zû de pêk hat.

Ev peyman di dema çalakîyekê de ku ji hêla şirketa “Kolalac”ê ve li otêla “El-Şam” li Şamê, bi serpereştîya Wezareta Tenduristîyê hatibû organîzekirin, hat îmzekirin.

Kêmkirina jankêşana nexweşan

Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî ji SANAyê re dîyar kir ku nexweşîya “Phenylketonuria” (PKU) nexweşîyeke genetîk a kêmpeyda ye, lê destnîşankirina zû û pabendbûna bi xwarina dermanî ya guncaw dihêle ku zarok jîyaneke asayî bijî, lê neyê dermankirin, dibe ku bibe sedema astengdarîyên daîmî.

Wezîr bal kişand ser wê yekê ku wezaretê di heyama borî de li ser nûkirina daneyên zarokên bi vê nexweşîyê kar kiriye û dîyar kir ku li gorî amaran nêzî 159 zarokên nexweş ên qeydkirî hene û eger heye ku rewşên din jî hebin ku hîn nehatine destnîşankirin.

El-Elî eşkere kir ku peymana bi laboratuwarên “Kolalac”ê re, bexşînekê li xwe digire ku şîrê dermanî ji bo 250 zarokan ji bo sê salan peyda dike, bi mebesta kêmkirina barê li ser milê malbatên nesaxan.

Navborî tekez kir ku wezaret niha li ser pêşxistina bernameyên kontrolkirin û vedîtina zû ji bo pitikên nûzayî dixebite û testên zêde derbasî vî warî dike. Her wisa, projeyek ji bo peydakirina xizmetên vedîtin û hişyarkirinê di nêzî 30 navendên tenduristîyê de tê meşandin. Ligel vê, hişyarîya bijîşkên zarokan tê xurtkirin da ku di dema gumana nexweşîyê de testên pêwîst bixwazin, ku ev yek beşdarî destnîşankirina zû û baştirkirina derfetên dermankirinê dibe.

Amadekarîyên ji bo vegirtina rewşên nû

Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Şirketa Kolalacê Hozan Mihemed da zanîn ku nexweşîyên metabolîzmayê ji ber mutasyonên genetîk çêdibin û rêjeya wê di zewaca xizman de zêdetir dibe. Wî destnîşan kir ku zarokê nexweş nikare xwarinên asayî û ne jî şîrê dayikê vexwe, lewma pêdivî bi şîr û xwarineke taybet heye.

Mihemed dîyar kir ku laboratuwarên Kolalacê piştî sê salan ji lêkolînan karîbûn vî cureyê şîrê pispor hilberînin, ku li cîhanê tenê çend kompanî wî çêdikin. Wî anî ziman jî ku şirket ev salek e şîr bê beramber li Sûrîyê belav dike û encamên pir baş hatine bidestxistin.

Rêveber Hozan Mihemed eşkere kir ku şirket wekî bexşîn şîrê 250 zarokên ku bi nexweşîyên metabolîzmayê ketine ji bo sê salan peyda kiriye. Her wiha tekez kir ku ew amade ne hemû rewşên nû ku di siberojê de werin destnîşankirin jî vegire, da ku misoger bibe ku zarok her tim hewcedarîyên xwe yên dermanî û xwarinê wergirin.

Nexweşîya metabolîzmayê (PKU) nexweşîyeke genetîk a kêmpeyda ye ku bandorê li şîyana laş dike di helandina asîda amînî ya bi navê (Phenylalanine) de. Ji ber vê yekê, pêdivî bi parêzeke xwarinê ya taybet û bikaranîna xwarinên dermanî yên dîyarkirî heye.

Destnîşankirina zû û pabendbûna bi dermankirina bi rêya xwarinê, alîkarîya zarokên nexweş dike ku bi awayekî asayî mezin bibin û rê li ber pirsgirêkên tenduristîyê yên giran digire.

Laboratuwarên “Kolalac”ê li Tirkîyê ji bo hilberandina şîrê toz ê zarokan ji bo hemû qonaxên temen li gorî pîvanên navdewletî û di çarçoveya lêkolînên zanistî de hatine avakirin. Ev yek beşdarî pêşxistina pîşesazîya şîrê zarokan û baştirkirina taybetmendîyên wî dibe, da ku nirxên xwarinê yên pêwîst ji bo geşebûna zarokan werin peydakirin.

Wezareta Tenduristîyê Pêşxistina Karê Ofîsên Pîşeyên Tenduristîyê û Bilindkirina Asta wan Gotûbêj Dike
Rênimayên Bijîşkî ji bo Rojîgirtineke Ewle ya Nexweşên Şekir
Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî serdana bajarê Helebê dike û bi Parêzgar Ezam El-Xerîb re dicive
Li Şamê Qonaxa Duyemîn a Neştergerîyên Damara “Fîstula” ji bo Nexweşên Gurçikan Dest Pê Dike
Wezîrê Tenduristîyê ligel Rêveberê Rexistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO) Civîya
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Mus’eb El-ElîNexweşîya metabolîzmayê (PKU)Şirketa "Kolalac" a TirkîWezareta TenduristîyêWezîrê Tenduristîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026
Wêne ji ​Arşîvê ye

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?