Şam-SANA
Rêveberê Pîşeyên Tenduristîyê li Wezareta Tenduristîyê Durêyd El-Rehmûn, ligel ofîsên pîşeyên tenduristîyê yên li rêveberîyên tenduristîyê yên parêzgehan, mekanîzmayên kar û rêyên pêşxistinê gotûbêj kirin, bi armanca bilindkirina karîgerîya van ofîsan û baştirkirina şêwazê karê wan.
Di civînê de rola ofîsên pîşeyên tenduristîyê di şopandina karê perstarîyê de, û nirxandina hewcedarîya nexweşxane û navendên tenduristîyê bi kadroyên perestarîyê û derçûyên peymangehên teknîkî, her wiha şopandina bernameyên rahênanê yên ku ji alîyê rêveberîyê ve têne cîbicîkirin, hatin gotûbêjkirin.
Ev civîn di çarçoveya xebata berdewam de tê ji bo pêşxistina sektora tenduristîyê û piştgirîya kadroyên wê, li gorî stratejîya neteweyî ya tenduristîyê.

