Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê, bi hevkarîya Komleya Erebî-Ewropî ya Bijîşkîya Çavan (AEOS), kampîneke bijîşkî da destpêkirin. Armanca vê kampînê dermankirina rewşên fişara çav a zêde ye ku bi dermanan nayê kontrolkirin, û her wiha dermankirina rewşên korbûnê yên ji ber “avreşka çav” di qonaxên wê yên pêşketî de ne.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Duşemê tekez kir ku kampîn dê di 2yê Nîsana bê de dest bi wergirtina daxwazên nexweşan bike, û ev kampîn bi taybetî ji bo serederîkirina bi rewşên dijwar û aloz re hatîye veqetandin.
Ev destpêşxerî di çarçoveya hewldanên berdewam ên Wezareta Tenduristîyê de tê, ji bo dabînkirina çavdêrîya bijîşkî ya pispor û xurtkirina hevkarîyê bi komleyên zanistî re, da ku baştirîn xizmetên dermankirinê pêşkêşî welatîyan bikin.
