Şam – SANA
Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî ragihand ku koda hawarçûna tenduristîyê ji bo xurtkirina bersivdana pizîşkî li parêzgeha Dêrezorê hatiye çalakkirin, û dabînkirina hemû pêdivî û dermanan ji bo nexweşxane û navendên tenduristîyê yên li parêzgehê misoger kiriye.
El-Elî îro Pêncşemê li ser platforma “X”ê eşkere kir ku wî geşta xwe ya bo Almanyayê qut kiriye û yekser di ser bajarê Xazîentabê yê Tirkîyê re berê xwe daye Dêrezorê, da ku ji nêz ve geşedanên meydanî û rewşê bişopîne; navborî tekez kir ku silametî û ewlehîya tenduristîya şênîyan pêşîneyeke herî mezin e.
Wezareta Tenduristîyê ragihand ku bi hevahengîya ligel parêzgehê, wezaretên Rewşên Awarte û Ewlehîya Hundirîn, û Heyva Sor; odeyeke operasyonan a hevbeş digel rêveberîyên tenduristîyê yên Reqa û Dêrezorê ava kiriye, bi mebesta şopandina rewşê li ser erdê, nirxandina pêdivîyan û lezkirina bersivdana rewşên awarte.