Şam-SANA
Her du Wezaretên Tenduristî û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî îro Kampanya “Şîfa 3″ê dan destpêkirin. Ev kampanya bi mebesta pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî û neştergerî yên taybetmend û belaş e ji bo çînên herî hewcedar li Sûrîyê, di bin dirûşma “Dest bi dest ji bo Sûrîyê”, li Nexweşxaneya Niştimanî ya Zanîngehê li Şamê.
Di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, Dr. Elî El-Qadirî, pisporê destwerdana dil di tîma bijîşkî ya Şîfayê de, dîyar kir ku kampanya “Şîfa 3″ê ku îro dest pê kir, berdewamîya kampanyayên “Şîfa 1” û “Şîfa 2” ye, ku encamên bijîşkî yên giring bi dest xistibûn.

Serpereştê meydanî di Sazîya Bijîşkên Serbixwe (IDA) de, Beşîr El-Şetî, eşkere kir ku kampanya parêzgehên Şam, Hims, Dera, Heleb û Îdlibê li xwe digire. Her wiha gelek pisporîyan wek destwerdanên dil û nexweşîyên hundirîn ên zarokan li Nexweşxaneya El-Miwasatê li xwe digire.
Hêjayî gotinê ye ku Kampanya “Şîfa 1″ di 5ê Nîsana borî de dest pê kiribû û 3 hefteyan berdewam kiribû, û 670 neştergerî tê de hatin encamdan. Lê Kampanya Şîfa 2” di 13ê Tîrmeha borî de dest pê kir û 940 neştergerî û 6 hezar pişkinînên bijîşkî ji bo nexweşan tê de hatin kirin.
