Dêrezor-SANA
Tîmên çakkirinê yên ser bi Rêveberîya Çavkanîyên Avê li Dêrezorê, nûjenkirina projeya veguhestina ava Firatê ber bi devera El-Sowerê ve didomînin.
Wezareta Enerjîyê îro Duşemê dîyar kir ku ev kar di çarçoveya parastina selametîya binesazîya projeyê û çakkirina deverên zîyandîtî û ketî de tên kirin, bi awayekî ku berdewamîya karê kanalê misoger dike û karîgerîya wê di veguhastin û gihandina avê de bi şêweyekî ewle û birêkûpêk bo herêmên sûdwergir bilind dike.