Şam- SANA
Îro Pêncşemê, qonaxa yekem a neştergerîya fistulayê (Arteriovenous) ji bo nexweşên şûştina gurçikan bi awayekî bêberamber dest pê kir. Ev yek di çarçoveya kampanya “Demara Jîyanê” de ye, ku Wezareta Tenduristîyê bi piştgirîya Komeleya El-Hîdaye ya Îslamî li Nexweşxaneya Gurçikan a Neştergerîyê li Şamê da destpêkirin.
Kampanya armanc dike ku 30 neştergerîyan ji bo temenên cuda pêk bîne, ji bo wan nexweşên ku mercên pizîşkî li ba wan peyda dibin û rewşa wan a tenduristîyê rê dide ku neştergerî ji bo wan were kirin.

