Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê, ragihand ku zêdetirî 161 hezar serlêdan bi rêya sepana wê ya tenduristîyê ya dîjîtal ji dema destpêkirina xizmetguzarîyê di 2ê Nîsana borî de hatine tomarkirin, di çarçoveya karê ji bo pêşxistina xizmetguzarîyên bijîşkî û hêsankirina dabînkirina wan bo welatîyan, bi rêya dîjîtalîzekirina rêkarên destnîşankirina dema serlêdanê û birêvebirin û şopandina dosyayên tenduristîyê.
Wezaretê. îro Duşemê, dîyar kir ku hejmara nexweşên ku navê wan bi rêya platformê hatiye tomarkirin, gihîştiye 155 hezar û 430 nexweşî, di heman demê de hejmara kesên ku navê xwe ji bo destnîşankirina dema serlêdanê bi rêya sepanê tomar kirine li nexweşxaneyên ku ev xizmetguzarî li wan heye, gihîştiye 5.587 kesan.