Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê ragihand ku her hefte demeke dîyarkirî ji bo hevdîtina rûbirû bi welatîyan re li navenda wezaretê ya li Şamê hatiye destnîşankirin. Ev hevdîtin dê her Sêşem, ji saet 14:00 heta 16:00an be, bi armanca xurtkirina têkilîyan, guhdarkirina li gilî û pêşnîyaran û baştirkirina asta xizmetguzarîyên tenduristîyê.
Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî dîyar kir ku ev gav di çarçoveya beşdarkirina civakê di biryarên tenduristîyê de û bilindkirina asta başîya xizmetên pêşkêşkirî tê avêtin.
Her weha tekez kir ku ev hevdîtin mîna platformekê ye ji bo dengê welatîyan bê bihîstin û pirsgirêkên wan werin gengeşekirin, û ev yek temamker e ji kenalên din ên têkilî û gilînameyan re yên di wezaretê de têne bikaranîn.
El-Elî bal kişand ser pabendbûna wezaretê bi karkirina ligel alîyên peywendîdar, ji bo çareserkirina astengîyên ku welatî di sektora tenduristîyê de rûbirûyî wan dibin. Ev destpêşxerî beşek ji xebata wezaretê ji bo xurtkirina zelalîya kar û berfirehkirina kenalên têkilîya rûbirû ye, nexasim di dema zehmetîyên ku îro li pêşîya sektora tenduristîyê hene.

