Şam-SANA
Bazarên biharatan li Şama Kevn di meha Remezanê de dîsa rih bi wan de hat, ku bêhna hêl, darçîn û qaranfîlê bi bîrdanka kûr a bajêr re tevlîhev dibe.
Ev bazar, ku di serê wan de Bazara Bizûrîyê (di navbera Mizgefta Emewî û Qesra ‘Ezim) de ye, wekî beşek ji dîroka bazirganî ya Şamê têne dîtin. Şam di demên borî de li ser rêyên bazirganîyê yên navbera Rojhilat û Rojava de, bi taybetî li ser “Rêya Hevrîşimê”, rawestgeheke girîng bû.
Lêkolînerê kelepûra gelêrî Xalid El-Feyad, dîyar kir ku di meha Remezanê de tevgereke berbiçav li bazaran çêdibe; ji ber ku biharatên bingehîn ên xwarinên Şamê pir tên xwestin, wek: hêl, darçîn, zeferan û biharatên tevlihev, her wiha “Zihûratên Şamî”.