Şam-SANA
Yekîtîya Erebî ya Sûrî ya futbolê îro festîvala Asyayî ya biçûkan li yarîgeha El-Feyha’ li Şamê saz kir, bi beşdarîya yaneyên cuda û akademîyan.
Festîvalê pêşandanên şarezayî yên futbolê ji bo van behreyan, yarîyên biçûkirî û beşên werzişî li xwe girt, ku armanc jê bihêzkirina lîstika komî û gîyanê tîmê ye.
Rêvebera beşê biçûkan di yekîtîya futbolê de di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku: Festîval salane di çarçoveya piştgirî û xwedîderketina li kategorîyên temenî yên biçûk, û geşepêdana çalakîyên futbolê yên taybet tê lidarxistin, û zêdetirî 180 zarok beşdar bûn, her weha amadekarîyên baş ji bo festîvalê hatibûn kirin.

Hejmarek ji zarokên beşdar kêfxweşîya xwe bi beşdarîya di vê festîvalê de anîn ziman, ji ber ku derfet da wan da ku şarezayîyên xwe yên futbolê li beramberî rahêner û pisporên futbolê nîşan bidin.











