Şam – SANA
Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê yên Sûrîyê biryareke fermî da ku “Encumena Ciwanan û Pêşengîya Karsazên Sûrîyê” di bin çavdêrîya rasterast a Yekîtîyê ava bike. Armanca vê gava stratejîk ew e ku enerjîya ciwanan xurt bike, jîngeha pêşengîya karsazîyê li Sûrîyê bi pêş ve bibe, û beşdarkirina nifşê nû bi awayekî çalak di xêzkirina dirûvên aborîya neteweyî de, di qonaxa pêş de.
Li gorî biryarê, ku xwe dispêre nîqaşên Encumena Rêveber a Yekîtîyê di civîna xwe ya 13ê Nîsana 2026an de, dê encumen destpêşxerî û projeyên aborî û geşepêdanê pêşkêş bike ku di piştgirîya geşepêdana domdar de hevpar be, û ramanên nûjen û projeyên destpêkî veguherînin sazîyên aborî yên hilberîner ku bikaribin derfetên kar ên nû ji bo ciwanên Sûrîyê biafirînin.
Di biryarê de hate dîyarkirin ku Zîyad Husamedîn Na’ûra dê Serokê Encumenê, û Mihemed Umer El-Şerm jî wekî Cîgirê Serok were destnîşankirin, û dê navên endamên din paşê bêne temamkirin. Encumen dê bibe platformeke jîndar ji bo girêdana pêşengên karsazan bi sektora taybet û sazîyên aborî yên herêmî û navdewletî re, ew jî bi rêya birêxistina konferans, dîdar, bernameyên perwerdehîyê û workşopên pispor re ji bo piştgirîya afirînerîyê.