Dêrezor-SANA
Serokê Komîteya Bersivdana Lezgîn li Dêrezorê Fayiz Ebas îro Sêşemê ragihand ku Pira El-Eşareyê ji nû ve li pêşîya tevgera wesayît û rêwîyan hatiye vekirin, piştî ku karên xurtkirin û lênêrînê bi dawî bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Pira El-Eşareyê nîvê şeva borî hatibû girtin da ku hemû karên qayîmkirinê yên pêwîst werin temamkirin.