Hesekê – SANA
Bi çavdêrîya tîma serokatîyê, îro Sêşemê li Hesekê proseya pevguhertina 200 girtî û kesên binçavkirî (ji her alîyekî 100 kes) di navbera Hikûmeta Sûrî û “HSD”ê de hat encamdan. Ev gav di çarçoveya bicîhkirina rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn de hat avêtin, û kesên hatine berdan li nêzîkî “Çerxerêya Panoramayê” li bajarê Hesekê hatin pêşwazîkirin.
Serokatîya Komarê di 21ê Sibatê de ragihandibû ku Emîd Zîyad El-Ayiş wek nûner hatiye erkdarkirin ji bo bicîhkirina rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn a ligel “HSD”ê. Ew rêkeftin agirbesteke giştî, tevlîkirina hêdî-hêdî ya hêzên leşkerî û îdarî, radestkirina hemû sazî û dergehan bo dewletê, û ketina hêzên ewlehîyê bo navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê li xwe digire.


