Heleb-SANA
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb tekez kir ku Artêşa Erebî ya Sûrîyê dê hemû rêkarên pêwîst bigire ji bo rêgirtina li ber her operasyoneke tawankar ku gefê li silametîya welatîyan û ewlehîya bajarê Helebê dixwin. El-Xerîb her wiha bal kişand ser pêdivîya pabendbûna welatîyan bi rênimayên alîyên peywendîdar.
El-Xerîb li ser hesabê xwe yê Xê dîyar kir ku Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê herêmên rojhilatê bajarê Helebê bi rengê sor dîyar kirine, û ev herêm ji îro ve wekî “herêmên leşkerî yên girtî” hatin ragihandin.
Parêzgarê Helebê destnîşan kir ku bajarê Helebê krîz derbas kiriye û ewlehî bi temamî lê hatiye çespandin. Parêzgar got ku êşa şênîyan dê her bibe xema wan heta ku gelê parêzgehê û hemû Sûrîyê di nav aramî û hêminîyê de bijîn.
Parêzgar hejmarên telefonê yên taybet ji bo wergirtina raporên lezgîn jî weşandin: Ewlekarîya Hundirîn li Parêzgeha Helebê li ser hejmarên 0949990555 û 0945555201, her wiha hejmarên ambûlans û hawarçûna pizîşkî 021110 û 021133.