Şam-SANA
Cîgirê Wezîrê Jîngeh, Plansazîya Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkîyê Omer Bulut û şandeya pê re, li Şamê gereke meydanî bo çend cihan pêk anî, ji bo agahdarbûna li ser asta zîyanên li wan deran û pêdivîyên jinûveavakirina wan.
Îro Çarşemê, Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku şande bi yawerîya Rêveberê Têkilîyên Giştî li wezaretê Elî El-Hemed, agahdarî dijwarîyên meydanî, her wisa pêdivîyên girêdayî nûjenkirin û jinûveavakirina cihên wêranbûyî û zîyandîtî bû, bi awayekî ku beşdarî lêgerîna li çareserîyên guncaw ligel derfetan bibe û gavên pratîkî di vê rêyê de werin avêtin.
Wezaretê da zanîn ku ev ger di çarçoveya gotûbêjkirina qadên hevkarîyê di navbera her du welatan de di warên jinûveavakirin, plansazîya bajarvanî û geşepêdana bajarî de tê, her wiha sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûnên Tirkîyê bi awayekî ku ligel pêdivî û pêşgavîyên Sûrîyê li hev bike.