Şam-SANA
Parêzgeha Şamê destpêkirina dabeşkirina qesta sêyemîn ji bedelên xercên kirê ji bo kesên mafdar ên xanîyên alternatîf li devera Marota City ragihand, ku ev pêvajo di rêya Rêveberîya Cîbicîkirina Biryarnameya 66an de tê bicîanîn.
Ev rêkar dana xercên berê li xwe digire, her wiha qerebûkirina sala dehemîn a guhertî ku 35 caran hatîye zêdekirin, û wê her şeş mehan carekê, bi du qestan were dayîn.
Parêzgehê demên radestkirinê li gorî hejmarên li pey hev wiha dîyar kirine:
- Çarşem 20ê Gulanê: Hejmarên (601 – 725) danê sibê, û (726 – 850) danê nîvro.
- Pêncwşem 21ê Gulanê: Hejmarên (851 – 975) danê sibê, û (976 – 1100) danê nîvro.
Parêzgehê bang li welatîyan kir ku pabendî demên dîyarkirî bin û nasnameya kesane ligel deftera xanîyê alternatîf bi xwe re bînin. Her wiha tekez kir ku ew hewl dide mafê kesên ziyan gihaye wan dabîn bike û pirsgirêkên her du deverên Marota û Basîlya City çareser bike.