Şam-SANA
Hewldanên hikûmî ji bo cîbicîkirina dîtina “Sûrîye Bêyî Kamp” li ser rêçeke yekgirtî ku amadekirina binesazîya herêmên wêranbûyî û hevahengîya xebata di navbera wezaret, parêzgeh û alîyên navneteweyî de kom dike, disekinin, da ku vegera xelkê û bidawîkirina êşa koçberîyê werin misogerkirin.
Rêça Yekem: Pergala Rêxistinî û Nexşerê
Destpêkirina komîteya rêveber bi mersûma hejmar /59/ a sala 2026an çarçoveya sazûmanî ji bo birêvebirina dosya koçberîyê bi rêya du komîteyan ava kir: “Rêveber” ku wezîr û parêzgaran dihewîne, û “cîbicîkar” ku cîbicîkirina planan li ser erdê li xwe digire.
Alîkarê Wezîrê Rewşên Awarte Ehmed Qezîz tekez kir ku plan armanc dike dawîyê li bikaranîna konan di nava sala 2026an bîne û heta sala 2027an bigihîje çareserîyên domdar ji bo hemû kampan.
Rêça Duyem: Rêveberîya Fînansekirinê û Hevkarîyên Navneteweyî
Pêwendîyên aborî yên ligel Banka Cîhanî ketin qonaxa berfirehbûnê, piştî ku razîbûna xwe li ser fînansekirina du projeyên nû ji nav 11 projeyan nîşan da, bi awayekî ku bi armancên destpêşxerîyê re li hev dike.
Her wiha komîte li ser pêşketina avakirina platforma daneyan a niştimanî agahdar bû, û komîteyeke darayî ji bo misogerkirina dîsîplîn û rêveberîyê pejirand.
Di 11ê Hezîranê de, hikûmetê ligel Banka Geşepêdana Îslamî derfetên piştgirîkirina projeyên têkoşîna li dijî hejarîyê û fînansekirina projeyên girêdayî dîtinê gotûbêj kirin.
Rêça Sêyem: Hevahengîya Hikûmî-Navneteweyî
Qonaxa borî bû şahida komxebat û civînên ligel Komîserîya Bilind (UNHCR), “FAO” û Desteya Plandanînê, ji bo yekkirina dîtinan li ser mekanîzmayên cîbicîkirinê.
Serokê Beşa Hevkarîya Navneteweyî li Wezareta Derve û Koçberan Mihemed Bethîş tekez kir ku serkeftina dîtinê xwe dispêre daneyên hûr û nîşanderên zelal, ku alîyên civakî û reftarî jî li xwe digire ji bo misogerkirina tevlîbûnê.
Rêça Çarem: Rakirina Kavil, Mîn û Bermahîyên Şer
Komîteyê li Helebê mekanîzmayên xurtkirina vegera xwebexş gotûbêj kirin, ligel tekezkirina li ser ku rakirina kavil û mînan mercê bingehîn ê vegera niştecihan e.
Her wiha Wezareta Rewşên Awarte di 28ê Hezîranê de li Cinêvê maseyeke dorhêl derbarê başbûnê de organîze kir, bi beşdarîya hikûmet û rêxistinên navneteweyî, ku tê de tekezî li ser rola Navenda Niştimanî ya Karên Girêdayî Mînan di serkêşîya hewldanan de hat kirin.
Rêça Pêncem: Komkirina Piştgirîya Navneteweyî ji bo Vegera Xwebexş
Komîteyê di 12ê Tîrmehê de ligel biryardera Neteweyên Yekbûyî Paula Gaviria Betancur ketwara kar û astengî gotûbêj kirin, ku tê de Wezîrê Rewşên Awarte Raid El-Salih eşkere kir ku astengîyên herî berbiçav lawazîya binesazîyê û hebûna mîn û kavilan e.
Biryardera Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku hebûna planeke zelal, komîteyeke taybetmend û cîbicîkirina berçav kar “şênber” dike. Her wisa bal kişand ser berdewamîya gerên xwe yên li parêzgehan wekî amadekarîyekê ji bo bilindkirina rapora xwe ya dawî ji bo Neteweyên Yekbûyî.
Rêça Şeşem: Platforma Daneyan a Niştimanî û Vekolîna Kampan
Komîteyê li ser avakirina platformeke niştimanî ya berfireh ji bo daneyan kar kir, hevdem ligel cîbicîkirina vekolîneke giştî ji bo kampan.
Di dema civîna xwe ya di 6ê Gulanê de, wê encamên vekolîna kampên Idlibê nirxandin, ku tê de amaran 736 kamp tomar kirin ku nêzîkî 91 hezar malbatî dihewînin.
Endamê komîteya cîbicîkar Ehmed Şehade dîyar kir ku hejmara malbatên vegerîyane gihîştiye 1081 malbatî, di heman demê de 1150 malbatî daxwaza xwe ya vegerê tomar kirine, û tekezî li ser berdewamîya dabînkirina veguhastin û piştgirîya lojîstîk kir.