Heseke-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Hesekê, kampîneke ewlehîyê dan destpêkirin bi armanca parastina cihên şûnwarî û girên ku li gundewarê başûrê parêzgehê cih digirin. Di demên borî de ev cih rûbirûyî talankarî, têkdan û bikaranînên deryasayî bi merema derxistina şûnwaran bûbûn.
Rêveberîya Ragihandina Hesekê îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku alîyên peywendîdar dest bi lêpirsînan kirine derbarê binpêkirinên ku hatine tomarkirin. Her wiha, hêzên ewlehîyê serdegirtinek li ser Girê Erbanê “Til Erban” yê şûnwarî li devera Ecaceyê li gundewarê başûrê Hesekê pêk anî.
Alîyên têkildar destnîşan kir ku ev pêngav bi armanca girtina kesên destê wan di van karan de heye û wergirtina rêkarên yasayî li dijî wan hatiye avêtin, ligel xurtkirina parastina cihên şûnwarî li navçeyê.