Şam-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî tekez kir ku herêma rojhilat tewereke bingehîn e di planên wezaretê de, û piştrast kir ku hin birên pereyan hatine veqetandin ji bo misogerkirina aramîyeke tenduristî ya giştî û domdar di qonaxa bê de.
Wezîr El-Elî di daxuyanîyekê de îro duşemê eşkere kir ku gerên meydanî li van herêman bi armanca agahdarbûna rasterast li ser rastîya tenduristîyê ne, û ji bo danîna planeke kar a zelal ji bo dabînkirina pêdivîyên bijîşkî yên pêwîst in.
Wezareta Tenduristîyê bi pêngavên meydanî û pratîkî di cîbicîkirina plana xwe de li herêma rojhilat berdewam e, da ku demarê jîyanê vegerîne xizmetguzarîyên bijîşkî. Ev yek bi rêya bernameyeke berfireh ji bo xurtkirina rewşa tenduristîyê, misogerkirina berdewamîya xizmetguzarîyan, bilindkirina kalîteya wan û bersivdana pêdivîyên mirovî yên lezgîn tê kirin.