Dêrezor – SANA
Şênîyên bajarokê El-Tibnî li gundewarê rojavayê Dêrezorê û gundên derdorê ji Rêveberîya Çandinîyê û Komeleyên Hevkarêyê daxwaz kirin ku komeleyên cotkaran bi pergalên enerjîya rojê bên amadekirin, bi armanca kêmkirina lêçûnên xebitandina stasyonên avdana çandinîyê, ji ber bilindbûna bihayê sotemenîya mazotê û barên giran ku dikevin ser milê cotkaran.
Duh Şemîyê, Serokê Komeleya Cotkaran li bajarokê El-Tibnî û gundên derdorê, Hisên El-Uleybe di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê da zanîn ku piştgirêdana bi mazotê ji bo karkirina stasyonên avdanê lêçûnên zêde li ser cotkaran û berhemdarîya çandinîyê ferz dike.
El-Uleybe daxwaz kir ku komeleyên cotkaran bi pergalên enerjîya rojê bên dabînkirin da ku çavkanîyeke enerjîyê ya aramtir û bi xercîyeke kêmtir were peydakirin.
Her wiha navborî eşkere kir ku komeleyên cotkaran serpereştîya avdana qadeke çandinîyê ya ji 9 hezar donimî zêdetir dikin; ev yek jî peydakirina enerjîya pêwîst ji bo xebitandina stasyonên avdanê dike yek ji pêdivîyên herî girîng li pêşberî cotkaran.




