Siwêda – SANA
Parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr, ji şênîyên gundewarê rojava û bakurê parêzgehê xwest ku vegerin gundên xwe û jîyana xwe ya asayî bidomînin.
Parêzgar di nameyekê de ku îro Şemîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ji xelkê re şand, tekez kir ku parêzgeh ji bo pêşwazîkirina xelkê û peydakirina hemû tiştên pêwîst amade ye. El-Bekûr destnîşan kir ku ev yek dê bi rêya komîteyên ku ji alîyê wan, bi serokatîya şaredar û endamtîya çalakgerên gelêrî ve têne avakirin pêk were.
Navborî dîyar kir ku erkê van komîteyan ew e; ku vegereke rûmetdar, ewle û rêxistinkirî dabîn bikin, nirxandina hewcedarîyên bingehîn ên her malbatê, çalakkirina xizmetguzarîyên sereke li gundan û her wiha şopandina rewşa erdên çandinîyê ye. Wî nameya xwe wisa bi dawî kir: “Em dê li kêleka xelkê xwe bimînin heta ku jîyan li her gund, mal û perçeyek zevîyê vegere wekî berê.