Quneytira-SANA
Îro Şemîyê, Rêveberîya Ewqafê li Quneytirayê, bi rêya merasîmekê ku li mizgefta El-Hesan ya bajarokê Xan Ernebeyê hat lidarxistin, 30 xwendekarên ku di pêşbirka yekem a Qur’ana Pîroz de li ser asta parêzgehê pileya yekemîn bi dest xistibûn, xelat kirin.
Rêveberê Ewqafê yê Quneytirayê Enes El-Sarî, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku di pêşbirkê de 150 xwendekarên keç û 90 xwendekarên kur beşdar bûn, û destnîşan kir ku mebesta vê çalakîyê bilindkirina asta xwendekarên xelekên Qur’anê û zêdekirina girîngîdana bi pirtûka Xwedê ye.
El-Sarî da zanîn ku rêveberî kar ji bo wê yekê dike ku xwendekarên serkeftî di pêşbirkên pêşerojê yên Qur’anê de li ser asta parêzgehê beşdar bibin, da ku paşê wekî beşekî ji tîma neteweyî ya Qur’ana Pîroz di pêşbirkên li ser asta hejmarek welatên Misilman cih bigirin.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Daîreya Xelekên Perwerdeyê li Rêveberîya Ewqafê li Quneytirayê Mihemed Ferhan El-Dûmanî, ronahî da ser wê yekê ku ev xelatkirin ezberkerên pirtûka Xwedê yên pênc astan girtine nav xwe: Tevahîya Qur’ana Pîroz, bîst beş, deh beş, pênc beş û sê beş.











