Tertûs-SANA
Îro Sêşemê, keştîya “Inessa”yê ku bi nêzîkî 45 hezar ton genim barkirî bû, gihîşt bendera Tertûsê. Ev yek di çarçoveya planeke tekûz de tê ji bo dabînkirina hewcedarîyên welatîyan ji nan û xurtkirina sîstema ewlehîya xurakî.
Alîkarê Rêveberê Şaxê Tertûsê yê Rêyên Hesinî Nîdal Ebdulqadir, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku piştî gihîştina keştîyê, tîmên Sazîya Giştî ya Rêyên Hesinî li Tertûsê yekser dest bi veguhastina derdora 10 hezar ton ji barê keştîyê kirin. Ev bar bi rêya hêlên hesinî ber bi sayloyên El-Nasirîyê li Şamê û Şenşarê li Himsê ve hat birêkirin.
Ebdulqadir her wiha destnîşan kir ku veguhastina bi rêya trênê, leza dabînkirina tibabên mezin misoger dike, zexta li ser tora rêyên bejayî kêm dike û li gorî barhilgiran lêçûnên barkirinê kêmtir dike.



