Reqa-SANA
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku wê kuştina herî kêm 22 sivîlan, ku piranîya wan bi guleyên nîşangiran hatine kuştin, û birîndarbûna hinekên din li ser destê hêzên rêxistina HSDê li parêzgeha Reqayê di 18ê Kanûna Duyem de belge kiriye.
Torê bal kişand ser wê yekê ku di dema van bûyeran de, nîşangirên ser bi rêxistina HSDê ve li ser banên avahîyan cih girtin û sivîl rasterast kirin armanc. Ev yek bû sedema mirin û birîndarbûna sivîlan, di demekê de ku vekişîneke rêjeyî ya endam û serkirdeyên HSDê pêk dihat.
Di raporê de hatiye gotin: “Tora Sûrî ya Mafên Mirovan armancgirtin û kuştina sivîlan bi awayekî rasterast li ser destê HSDê li parêzgeha Reqayê bi tundî şermezar dike, û bang li hemû alîyan dike ku pabendî parastina sivîlan bin û rê li ber dubarebûna van tawanan bigirin.”
Torê di rapora xwe de tekez kir ku teqandina piran û astengkirina tevgera sivîlan bêyî hinceteke leşkerî ya zelal, wekî kiryareke ku zîyanê digihîne binesazîya sivîl û mafên niştecihan ên di çûnûhatin û birêvebirina jiyana wan a rojane de binpê dike, tê hesibandin.
Di dawîyê de, torê bang li rayedarên niştimanî û alîyên navneteweyî yên peywendîdar kir ku derbarê kuştina sivîlan a li parêzgeha Reqayê di 18ê Kanûna Duyem de, lêkolîneke serbixwe û zelal bidin destpêkirin, berpirsyaran dîyar bikin û wan li gorî qanûnên navneteweyî radestî dadwerîyê bikin.