Gundewarê Şamê-SANA
Şaxê Nihiştina Madeyên Hişbir li Gundewarê Şamê di operasyoneke ewlehîyê ya taybet de li herêma El-Nebekê, hewldana derbaskirin û qaçaxçîtîya tibabeke mezin a madeyên hişbir pûç kir.
Îro Şemîyê, Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di encama operasyonê de 206 hezar hebên kaptagonê û çek û teqemenî hatin desteserkirin û her du tawanbarên bi navên (B. D.) û (X. N.) hatin girtin.
Rêveberîyê her wiha da zanîn ku ji bo wergirtina rêkarên yasayî yên pêwîst, her du kesên girtî dê ligel hemû kelûpelên desteserkirî radestî dadwerîya peywendîdar bên kirin.