Şam – SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî, îro Duşemê, vekirina derîyê serlêdanê ji bo bûrsên xwendinê li Berazîlê ji bo sala 2027an ragihand; ev yek di çarçoveya bernameya xwendekarên bîyanî “Peymana Xwendina Bilind (PEC-G)” û bernameya “Zimanê Portugalî wekî Zimanekî Bîyanî (PEC-PLE)” de tê.
Wezaretê bi rêya “Telegram”ê zelal kir ku ev bûrs ji bo xwendekarên lîsansê di pisporîyên cihêreng ên zanîngehên Berazîlê de ne, û bang li kesên daxwazker kir ku bi rêya lînka elektronîk a taybet navên xwe tomar bikin.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku dema herî dawî ya tomarkirina elektronîk 09.05.2026 e, û xwendekar dikarin hemû agahîyên têkildarî bûrsê (şertên tomarkirinê, rênima, pîvanên guncawbûnê û kaxezên pêwîst… hwd) di lînka li jor de hatine dîyarkirin bibînin.