Dera-SANA
Duh Înê, 18 kes ji welatîyên bajarê El-Şêx Miskînê piştî vexwarina av û şerbetan, bi jehrî ketine û bo Nexweşxaneya Niştimanî ya Izre’ê ya li gundewarê Derayê yê rojhilat hatine veguhestin.
Rêveberê Rêveberîya Tenduristîyê ya Derayê Dr. Xalid El-Emyan di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ronî kir ku hemû nexweşên ku gihîştine nexweşxaneyê çûbûn daweteke li bajarê El-Şêx Miskînê û piştî vexwarina av û şerbetan bi jehrî ketibûn. Her wiha dîyar kir ku rewşa hemûyan aram e û tên dermankirin û di bin çavdêrîyê de ne.
Ji ber bilindbûna pileya germa Havînê û guherîna keşûhewayê, pêdivî bi pabendîya bi tedbîrên parastina zêde heye, da ku metirsîya xirabûna xwarinê bê kêmkirin û tenduristî û ewlehîya welatîyan bê parastin.