Dera-SANA
Hêzên Îsraîla dagirker, îro Yekşemê, ketin devera Wadî El-Ruqad a nêzî gundê Cemleh li gundewarê rojavayê Derayê. Nûçegihanê SANAyê ragihand ku ev hêza ku ji sê tankan û du otomobîlên leşkerî pêk dihat, hin tevgerên meydanî pêk anîn berî ku bi rengekî demekî bi cih bibin, ku vê yekê tirs û fikarên mezin di nav niştecih û cotkaran de çêkirin.
Ev binpêkirin piştî ketineke mîna wê di Çarşema borî de li Hewza Yermûkê tê, û li zincîreya êrîşên berdewam ên Îsraîlê û binpêkirina peymana veqetandina hêzan a sala 1974an bi rêya serdegirtin û xerabkirina zevîyan tê zêdekirin.
Ji alîyê xwe ve, Sûrîye herdem tekez dike ku hemû pêngavên dagerkerîyê li dijî qanûnên navdewletî ne, û bang li civaka navdewletî dike ku berpirsîyarîyên xwe hilgire daku rê li ber van kiryaran bigre û Îsraîlê neçarî vekişîna tam bike.