Hesekê – SANA
Heyva Sor a Erebî ya Sûrî ragihand ku piştî rabûna ava Çemê Xabûrê û ketina avê bo nav malan de, wan malbatine taxên Merîdyan, Neşwe û Xiwêran ên bajarê Hesekê birine cihên ewletir.
Bi piştgirîya Xaça Sor a Navneteweyî, li dibistana “Hesen Xemîs” navendeke bicîbûna xelkê bi kelupelên hawarçûnê û tîmên tenduristîyê yên lezgîn hate amadekirin.
Hevdem, Wezareta Rewşên Awarte û Rêvebirina Karesatan, hişyarî da ku dê bandora nizmefișarê berdewam bike, û tê pêşbînkirin ku roja Pêncșemb û Înê barîn gurtir bibe û li seranserê parêzgehê rêjeya baranê bigihêje 70 mm.