Hesekê – SANA
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, duh Pêncşemê, hejmarek biryar ji bo avakirina encumenên demkî ji bo çend şaredarîyên gundewarê parêzgehê derxistin, bi armanca birêvebirina karên wan û bikaranîna desthilat û erkên ku li gorî yasa û rêzikên heyî bi wan hatine spartin, li ser bingeha biryara Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, heta ku hilbijartinên encumenên xwecihî bên lidarxistin.
Biryaran avakirina nivîsgehên cîbicîkar ji bo encumenên şaredarîyan li bajarokên Til Temir, Sêgir Foqanî, El-Qeyrewan, Xas Cinûbî, El-Hol, Ebû Hicêre, El-Xatûnîye û Xatûnîye El-Behreyê li xwe girtin, bi rengekî ku berdewamîya karê îdarî û xizmetguzarîyê û birêvebirina karûbarên welatîyan di çarçoveya her şaredarîyekê de misoger bike.