Heleb-SANA
Parêzgeha Helebê ragihand ku amadekirina hejmarek navendên hewandinê û mizgeft li her du bajarên Heleb û Efrînê bi dawî bûye, ji bo pêşwazîkirina wan welatîyên ku ji ber topbarana rêxistina HSDê li ser taxên niştecihbûnê, ji taxên Eşrefîye, Şêx Meqsûd û taxên derdora wan koç kirine.
Rêveberê Rêveberîya Ragihandina Parêzgeha Helebê Mamûn El-Xetîb dîyar kir ku mizgeft hatine amadekirin da ku bibin stargehên demkî û pêdivîyên bingehîn ji bo koçberan dabîn bikin. Ev kar bi hevahengîya bi alîyên xizmetguzarîyê û rêxistinên mirovî re tê kirin, bi mebesta kêmkirina êşa malbatên koçber û dabînkirina xizmetên pêwîst ji bo wan.

Tîmên pispor li Efrînê ji saetên sibehê ve dest bi pêşwazîkirina welatîyên ji derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê hatine, kirin. Ji bo veguhestina wan ber bi hundirê bajarê Efrînê, otobus û mîkrobus hatin peydakirin.
Hêjayî gotinê ye ku Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb îro biryara avakirina “Komîteya Navendî ya Bersivdana Helebê” derxist, da ku berpirsyarîya şopandina rewşa koçberan, dabînkirina cih û piştgirîyê, û hevahengîya rasterast bi alîyên hikûmî û rêxistinên herêmî û navdewletî re bigire ser xwe.






