Hesekê-SANA
Şirketa Giştî ya Elektrîkê ya Parêzgeha Hesekê, duh Duşemê ragihand ku xeta voltaja bilind a elektrîkê ya Siwêdîye – stasyona sereke ya veguherînê ya Qamişloyê 230 kV, ji ber hilweşîna birceke voltaja bilind li ser rêça xetê, ji xizmetê derketiye.
Rêveberê Giştî yê şirketê li parêzgehê Ekrem Silêman, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku hilweşîna birca ku dikeve başûrê gundê Tertebê li gundewarê Qamişloyê, bûye sedema derketina xetê ji xizmetê. Her wiha da zanîn ku hilweşîn ji ber qelsbûna bircê çêbûye; ji ber dizîya vê dawîyê ya goşe û parçeyên metalî yên taybet bi bircên voltaja bilind.
Silêman amaje bi wê yekê kir ku hilweşîna bircê bûye sedema qutbûna elektrîkê li stasyonên Til Hemîs, Til Elo, Tewîl û Til Koçerê (El-Ye’rubîye), û piştrast kir ku komên çakkirinê dest bi karên çaksazî û nûjenkirina bircê kiriye, wek amadekarîyekê ji bo vegerandina xetê bo xizmetê di zûtirîn dem de.
Komxebatên girêdayî Şirketa Elektrîka Hesekê karên çakkirin û çaksazîyê ji bo xetên voltaja bilind û stasyonên veguherînê didomînin, bi mebesta vegerandina dabînkirina elektrîkê ji bo şênîyên li wan taxên ku zêdetirî du salan e ji ber qutbûna kehrebeyê dinalin.
Elektrîk li parêzgeha Hesekê di 29ê Tebaxa borî de jî hatibû birrîn, ji ber têkçûneke ji nişkê ve li ser xeta voltaja bilind a 230 kV ya ku her du stasyonên Tebqa û Ebwabê digihîne hev, ku ev yek bûbû sedema derketina xetê ji xizmetê.