Şam-SANA
Di demekê de ku alîyên hikûmî rêkarên pêwîst ji bo hêsankirina beşdarbûna xwendekarên parêzgeha Siweydayê di ezmûnên bawernameyên giştî de temam kirin, karên komên çekdar ên ser bi Hikmet El-Hicrî ve wekî astengîyeke rasterast li pêşîya gihîştina xwendekaran bo navendên ezmûnan derketin. Ev piştî wê yekê hat ku rê li ber xwendekaran girtin ku ji parêzgehê derkevin û astengî danîn pêşîya gihîştina wan bo otobusên ku ji bo veguhestina wan ber bi Şamê û gundewarê wê ve hatibûn veqetandin.
Ji dema ragihandina veqetandina navendên ezmûnan ên alternatîf ji bo xwendekaran û dabînkirina amûrên veguhestinê yên pêwîst, alîyên peywendîdar hewlên xwe zêde kirin da ku piştrast bikin ku tu xwendekar ji mafê xwe yê beşdarbûna di ezmûnan de bêpar nemîne.
Di vê çarçoveyê de, parêzgarê Siweydayê Mistefa El-Bekûr duh di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê tekez kir ku hevahengîyeke tevahî ligel Wezareta Hundir û her du fermandarîyên Ewlehîya Hundir li Siweyda û gundewarê Şamê hatiye kirin, da ku amadekarîyên taybet ji bo misogerkirina silametîya xwendekaran werin danîn.