Şam – SANA
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel, îro Çarşemê, biryara jimare (16) a sala 2026an derxist, ku li gorî wê ji bo herêmên hilbijartinê yên parêzgeha Hesekê (Hesekê – Dêrik – Qamişlo) binkomîteyeke dadwerî tê avakirin. Ev gav di çarçoveya temamkirina amadekarîyên proseya hilbijartinan de tê avêtin.
Li gorî biryara ku Komîsyona Bilind li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, komîte ji van dadweran pêk tê: Dadwer Mihemed Qasim Nasir wek serokê komîteya dadwerî, û her du dadwer Selîm Ebdulxenî El-Husên û Dadwer Îbrahîm Mehmûd El-Şerîf wek endam.
Li gorî biryarê, erka komîteya dadwerî lêkolîn û biryardana li ser gilî û gazinên girêdayî hilbijartinên endamên Encumena Gel li herêmên navborî ye, ev yek jî li gorî rêgez û rêkarên qanûnî yên berdest tê kirin.
Komîsyona Bilind li avahîya dadgeha parêzgeha Hesekê navendek ji bo wergirtina gilînamyean dîyar kiriye.
Komîsyonê da zanîn ku ev biryar dê li ser malperên fermî yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan were weşandin û ji bo cîbicîkirinê dê ji alîyên peywendîdar re were şandin.
Ev biryar li ser bingeha bendên danezana destûrî û biryarnameyên qanûnî yên têkildar tê, di çarçoveya temamkirina rêkarên rêxistinî û qanûnî yên proseya hilbijartinan de.
