Şam-SANA
Hevdem ligel bidawîhatina çalakîyên Gera 63yan a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê, hejmarek serlêderên Beşê Wezareta Derve û Koçberan kêfxweşîya xwe derbarê agahî û xizmetguzarîyên pêşkêşkirî anîn ser zimên.
Bi taybetî bal kişandin ser agahîyên têkildarî dîroka resen a dîplomasîya Sûrîyê û xizmetguzarîyên elektronîk ên ku ji bo welatîyên li hundir û koçberên li dervayî welat hatine amadekirin.
Serlêderan destnîşan kir ku cihêrengîya naverok û beşan, derfeteke giring bû ji bo naskirina alîyên cuda yên erk û xizmetguzarîyên wezaretê.
Duh Înê, kameraya SANAyê di gera xwe ya li nav beşê Wezareta Derve, nêrîn û nirxandinên serdankeran şopandin.
Endamê Desteya Şêwirmendîyê ya Wezareta Parastinê Emîd Ebdilcebar El-’Egîdî bal kişand ser hewldanên berbiçav ên wezaretê di nîşandana destkeftîyên qonaxa borî de; wekî vekirina balyozxane û konsulxaneyan li derve, xebatên ji bo rakirina cezayên aborî û xurtkirina têkilîyên navneteweyî û herêmî.
Navborî dîyar kir ku tiştê li vir tê dîtin, encama karekî rêkxistî û hewldaneke mezin a niştimanî ye.
Dîplomasîya Sûrîyê di navbera berê û vêga de
Serdanker Salim El-Hilû destnîşan kir ku şêwaza nîşandana xizmetguzarîyan li beşê Wezareta Derve pir serkeftî bû.
El-Hilû pesnê beşê “Dîplomasîya Sûrîyê di navbera berê û vêga de” da, ku hûrgilîyên berfireh li ser dîroka dîplomasîya Sûrîyê û qonaxên geşedana wê pêşkêş dikirin.
Her wiha bal kişand ser sepana dîjîtal a wezaretê ku kar û barên koçberan bi awayekî berbiçav hêsan dike.
Peyamek ji Şamê bo koçberan
Welîd El-Keşto balpêdaneke mezin da beşê bi navê “Peyamek ji Şamê bo koçberan”. Welîd dîyar kir ku ji ber hebûna birayê wî li derveyî welêt, wî xwestiye di vê rawestgehê de peyamekê bişîne.
Her wiha pêzanînên xwe ji bo nîşandana dîroka dîplomasîya Sûrîyê û qonaxên wê yên dîrokî yên giring anîn ziman.
Xizmetên elektronîk bo welatî û koçberan
Di heman çarçoveyê de, Esma El-Qedah beşa “Dîplomasîya Sûrîyê di navbera berê û vêga de” wekî yek ji beşên herî balkêş nirxand.
Her wiha pesnê sepana wezaretê “MOFA SY” da, ku welatîyan bi xizmetguzarîyên berdest dide naskirin û alîkarîya koçberan dike ku rêkarên xwe yên fermî bi rêya înternetê biqedînin; mîna derxistina pasaportê û gelek miameleyên yasayî yên dîtir.




