Dêrezor-SANA
Hêzên esmanî yên Artêşa Erebî ya Sûrîyê, îro Şemîyê, li seranserî çêm li parêzgeha Dêrezorê geştên esmanî pêk anîn. Ev yek di çarçoveya hewldanên komîteya bersivdana lezgîn de ye ji bo rûbirûbûna paşhatên bilindbûna asta ava çemê Firatê li parêzgehê.
Parêzgeha Dêrezorê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku armanca van rêkaran misogerkirina veguhastina rewşên mirovî yên lezgîn e, û dabînkirina gihîştina wan bo navendên bijîşkî yên pispor.
Wezareta Parastinê ya Sûrîyê roja Înê ragihandibû ku wê hejmarek ji pêkhate û rêveberîyên xwe yên peywendîdar, bi hevahengîya ligel Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan xistine rewşa amadebaşîyê, ji bo beşdarbûna di rûbirûbûna paşhatên bilindbûna tund a asta ava çemê Firatê li parêzgeha Dêrezorê.






