Heleb – SANA
Karên dirûna genim li gundewarê başûrê Helebê, di nav tevgereke çalak a derasan li zevîyên çandinîyê, berdewam dikin. Cotkar jî ji bo komkirina berhemê û veguhastina wî bo navendên wergirtinê kar dikin.
Hêvî jî ew e ku ev sal xurtîyê bide berhemanîna çandinîyê û baştirkirina rewşa jîyanê ji bo malbatên ku di vî karî dikin.
Serokê Rêveberîya Cebel Sem’an di Rêveberîya Çandinîyê ya Helebê de, Endezyar Ebdulrezaq El-Talib îro Înê ji “SANA”yê re, kalîteya berhemanîna genim û ceh ya îsal bi saya barana zêde tekez kir.
Her wiha bal kişand ser şopandina dirûnê û dayîna belgeyên jêderê ji cotkaran re, ji bo hêsankirina bazarkirina berhemên wan bo navendên wergirtinê.








