Siwêda-SANA
Parêzgeha Siwêdayê salvegera koça dawî ya serokê Şoreşa Sûrîyê ya Mezin, Sultan Başa El-Etreş, bi çalakîyeke neteweyî li gundewarê “El-Sûra El-Suxra” bi beşdarîyeke fermî û gelêrî vejand. Beşdaran serbora serokê ku tevî hevalên xwe ji bo yekrêzîya erd û gelê Sûrîyê di bin dirûşma “Ol ji bo Xwedê ye û welat ji bo hemûyan e” de tê koşîya, bi bîr anî.
Beşdaran, ku parêzgarê Siwêdayê û wezîrê çandê jî di nav wan de bûn, tekez kirin ku vejandina vê bîranînê peyameke pabendbûna bi nasnameya neteweyî û redkirina projeyên dabeşkirinê û ajendeyên bîyanî ye.
Di gotinan de hat tekezkirin ku Siwêda parçeyek ji tevna Sûrîyê ye û ti carî jê venabe, û di nav dewleteke bo tevaya gele wê ber bi aramî û azadîyê ve gavan dihavêje; wek rêzgirtinê ji serbora El-Etreş (1891-1982) re, yê ku di sala 1925an de li dijî mêtingerîya Fransî şoreş da destpêkirin û dest ji Sûrîya yekbûyî berneda.



