Dêrezor – SANA
Hejmara qurbanîyên bûyera keleka bajarê Dêrezorê, ya ku berbanga duh Yekşemê binav bûye, dema hejmarek sivîlên ku jin û zarok jî di nav wan de hebûn vediguhastin, gihîşt 4 kesan. Di heman demê de, tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, ev roja duyemîn e, operasyonên lêgerînê li kesên windabûyî berdewam dikin.
Parastina Sivîl a Sûrîyê bi rêya kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku piştî xelkên deverê îro Duşemê termê xortekî di çem de, nêzîkî gundê Cedîd Begara li gundewarê Dêrazorê (dor 25 kîlometran dûrî cihê bûyerê) dît, hejmara qurbanîyan gihîşt 4 kesan (3 zarok û xortek).
Her wiha Parastina Sivîl destnîşan kir ku ji ber xurtîya herikîna ava çemê Feratê, endamekî wan di dema operasyonên rizgarkirinê de birîndar bûye.
