Gundewarê Şamê – SANA
Parêzgeha Gundewarê Şamê biryarên taybet derxistin ku herêmên (Zebdanî, Yelda, Seyda Zeyneb, Dareya û Huseynîyê) dikevin bin baskê qanûna hejmar /3/ ya sala 2018an. Armanca van biryaran çareserkirina zîyanên şer, pênasekirina avahîyên wêrankirî û birêkxistina rakirina kavilên wan e.
Encumenên xwecihî hatin erkdarkirin ku di nava 90 rojan de raporan amade bikin ji bo tespîtkirina zîyanan û mesrefên rakirina kavilan û nirxê wan ê aborî, ligel danîna nexşeyên belgekirinê ji bo avahîyên zîyandîtî ku navên xwedîyan û kelûpelan li ser bingeha tomarên xanûberan û wêneyên asmanî li xwe digirin.
Dema 30 rojan wekî mohlet ji bo xwedîyên milk û xanîyan hat dîyarkirin da ku daxwazên xwe ji bo rastandina maf û belgeyên xwe yên fermî pêşkêş bikin. Armanca qanûna hejmar /3/ ya sala 2018an ew e ku birêvebirina rakirina kavilan û dîyarkirina milkdarîyê li herêmên wêrankirî bi awayekî hûrbîn bi rêk bixe.